Heta Hesd li Mûsilê be aramî çênabe

31 July 2018 22:30 0 dîtin
Heta Hesd li Mûsilê be aramî çênabe

PeyamaKurd - Televizyoneke Iraqî dibêje, Hikûmeta Iraqê biryar daye ku navendên Heşda Şebî li Mûsilê bigre, herwiha Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Encûmena Parêzgeha Mûsilê jî dibêje, sedema nebûna aramiyê li Mûsil û Deşta Neynewa Heşda Şebî ye û heta ew li Mûsilê bin aramî venagere wê parêzgehê.

Televizyona Elhûra belav kiriye ku Hikûmeta Iraqê biryar daye ku hemû navendên Heşda Şeibî li Mûsilê bigre, ji ber ku êrîş dikin ser hêzên ewlehiyê û pereyan ji xelkê distînin û binpêkirinan dikin.

Derbarê wê yekê de, Haşim Birîfkanî Serokê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Encûmena Parêzgeha Mûsilê ji malpera PKDê re ragihand: “Gelek pêkhate li Mûsilê hene. Piştî şerê DAIŞê yê ku pêkhateyan gelek ziyan tê de dîtin, me nêrîna xwe ji Hikûmeta Iraqê re got derbarê ewlehiya parêzgehê, ku hêzeke hevbeş hebe û Heşda Şeibî li Mûsilê nemîne. Lê Hikûmeta Iraqê ew yek nekir û Heşda Şeibî li Mûsilê bicîh kir û wan çekdaran jî dest bi binpêkirinan kirin û gelek pirsgirêk ji xelkê re derxistin. Xelk berdewam giliyê wan dikin û ji hebûna wan nerazî ne. Pêwîst e Heşda Şeibî ji parêzgeha Mûsilê derkeve û hêzên hevbeş lê bicîh bibin.”

Haşim Birîfkanî wiha got: “Heta Heşda Şeibî li Mûsilê be û hêzeke hevbeş li şûna wan neyê bicîhkirin, dê rewşa Mûsilê kambax be û dê parêzgeh bê ewle be. Hêj li nava Mûsilê torên terorîstan tên girtin û xelk hest bi tirseke mezin dikin. Di dema dawî de jî, li navçeyên Badoş û Behac û Hezer karên terorîstî hatine kirin û dîsa tevgera DAIŞê destpê kiriye, ku bi azadî û heta sînorê Sûriyê tevgerê dikin.”