Qaymeqamê Singalê: Heta PKK û Hesda Seibî li Singalê bin dê aramî nebe

19 March 2019 14:17 0 dîtin
Qaymeqamê Singalê: Heta PKK û Hesda Seibî li Singalê bin dê aramî nebe

PeyamaKurd - Qaymeqamê Şingalê behsa şerê di navbera Artêşa Iraqê û PKK li Şingalê dike û dibêje, hêzên Partîya Karkerên Kurdsitanê (PKK) rojane li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê çûn û hatinê dikin û heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin dê qet rewş li wir aram nebe.

Duh na pêr (17.3.2019) şerekî giran li Şingalê di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket û kuştî û birîndar çêbûn. Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl derbarê wî şerî di daxuyaniyeke taybet da ragihand:

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl: “Piştî ku girûpeke çekdarî ji PKK hewl dan ku ji Sûriyê bên nava axa Iraqê, hêzên artêşa Iraqê bi erkê xwe yê destûrî ji bo parastina sînor rabûn, lê çekdarên PKK gule berdan wan û hêzên artêşê jî bersiva wan dan û bergîrî li xwe kirin û zêdetirî saetekê şer berdewam kir.”

Mehma Xelîl wiha domand: “Çekdarên PKK ji ser Çiyayê Şingalê çûn alîkariya wan çekdarên xwe yên ku şer dikirin û li nêzîkî navçeya Sinûnê şer derket û di encamê de 2 serbazên Iraqê hatin kuştin, ku ji hêza 15 a artêşa Iraqê bûn. Herwiha li gorî zanyariyan jî 2 çekdarên PKKê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne û ji bo Qamişlo hatine veguhestin.”

Qaymeqamê Şingalê Xelîl wiha berdewam kir: “Heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin, qet rewşa navçeyê aram nabe û dê her rewş xerab be. Rojane çekdarên PKK bi kêfa xwe ji Sûriyê diçin û tên.