ARABICPOST: 'PKK, Hesda Seibî û Îranê li ser Singalê li hev kirin û hêzên xwe zêde dikin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî civîna di navbera nûnerên PKK, Heşda Şeibî û efserên Pasdarên Îranê de, Heşda Şeibî biryar da çek û pêwîstiyên leşkerî bide PKKê û riya di navbera Şingal û Hesekê veke û desthilatdariya PKKê li Şingalê zêde bike.
Malpera “arabicpost” li ser zarê jêderên ku di civînê de beşdar bûne ragihand, di dawiya hefteya borî de li Şingalê civînek di navbera nûnerên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YPŞ), nûnerên grûpa Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî ve û efserên ji Pasdarên Îranê de hat kirin. Di civînê de serkirdeyê di Hizbulaha Lubnanî de Mihemed Kewseranî amade bû ku berî çend rojan ji civînê serdana Tehranê kiribû.
Di nûçeyê de hat gotin berevajî rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê biryar hatine dayîn û hat diyarkirin: “Piştî civînê Heşda Şeibî biryar daye ji Şingalê dernekeve û kesên di civînê de beşdar bûne biryar dan koma Nuceba û PKKê herêma başûrê Şingalê bi cih bibin”.
Li biçekkirina endamên PKKê yên Şingalê hatiye diyarkirin, “Roja piştî civînê, moşekên 107 m.m yên ji Îranî hatine û hin cebilxane ji PKKê re hatin.”
Beşdarên civînê gotine: "Me li hev kir ku alîkariya PKK'ê li hemberî êrîşên Tirkiyê bikin û em nehêlin DAIŞ êrîşên Tirkiyê bi kar bîne û careke din bikeve nava Şengalê.”
Li gor wan jêderan, “Yek ji biryarên girîng ên civînê ew bû, rêyên ku PKKê di navbera Sûriye û Iraqê de bi kar tînê û bi taybet riya Heseke – Şingal bê ji aliyê PKK û Heşda Şeibî ve misogerkirin, ji ber ku Şingal devereke stratejî e û Amerîkî wê deverê ji bo lêdana Heşda Şeibî bi kar tîne”
Li gorî wê raportê: “Aliyên civînê li hev kirin, Mexmûr di destê çekdarên PKKê de be, zêdetir hêzên PKKê li Mexmûrê ferz bikin û zêdetir jî alîkariya çekdarên wê yên li deverê bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev hewldanên PKK û Heşda Şeibî bûne sedema dilgiraniya Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî piştî rêkeftina navbera her du aliyan ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û derkirina komên çekdar yên neyasayî ji Şingalê û vegerandina xelkê wê û avadankirina wê.
Jêderekî ji îstîxbarata Iraqê jî ragihandiye, armanc ji rêkeftina Şingalê, rizgarkirina gelê herêmê ji komên çekdar ên nêzî Îranê û PKKê û asayîkirina rewşa deverê bû, lê ya ku rû dide berevajî wê rêkeftinê ye, li şûna ku herêmê vala bikin, komên çekdaran hewl didin Şengalê bi temamî kontrol bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin