Hesda Mercîyeta Iraqê gef li milisên Hesda Seibî yên ser bi Îranê ve ne xwar
PeyamaKurd – Serkirdeyekî Heşda Şeibî yê ser bi Merciyetî Iraqê ve, gef li milisên Heşda Şeibî yên ser bi Îranê ve ne û fermanê ji Îranê werdigirin xwar û diyar kir, ew kesên fermanan ji derveyî sînor werdigirin serşor, xayîn û xwefiroş in.
Fermandarê Milsên Lîwaya Ensar Hemîd Yasrî ku ser bi Mercîyeta Heşda Iraqê di merasîmeke yadkirina aşûreyê de da zanîn, ew kesên fermanan ji derveyî sînor werdigirin serşor, xayîn û xwefiroş in.
Herwiha Hemîd Yasrî destnîşan kir, eqîdeya Îmam Husên rê nade Heşda Şeibî li derveyî sînoran fermanê werbigre. Herwiha Yemîd Yasrî dide zanîn: ‘‘Em alîgiriyê red dikin û ew kesê meyla wî ji bilî Iraqê ji bo devereke din hebe, xayîn e û hezkirina Iraqê di dilê wî de nîne.’’
Hemîd Yasrî pêşbînî dike, li ser destê ew kesên fermanê ji derveyî Iraqê distînîn, ew ê were kuştin ji ber ku bi kuştina kesên weke wî û hejarên Iraqê nanê rojane yên wan kesên ser bi derveyî Iraqê de derdikeve.
Ev daxuyaniya Hemîd Yasrî weke yekem gef û êrîşa Heşda Mercîyeta Iraqê ji bo miîsên Heşda Şeibî yên ser Îranê tê qebûlkirin û kar ji bo berjewendiyên Îranê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin