Li Ewropayê lehî bû sedema ziyana can û mal

15 September 2024 16:54 0 dîtin
Li Ewropayê lehî bû sedema ziyana can û mal

PeyamaKurd - Piştî li navend û rojhelatê Ewropayê lehiyê ziyana can û mal çêbû Ewropa kete alarma lehiyê.

Piştî barana zêde û bilindbûna avên çeman, li Romanya, Polonya, Çekya û Avusturyayê lehî rabûn.

Lehiyê bandorek neyînî li jiyana gelên van welatan kir. Bi sed hezaran kes hatin tehliyekirin û li gelek deveran torên elektirîkê têk çûn.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk piştrast kir ku li Polonyayê îro danê sibê kesek di ava lehiyê de xeniqiye.

Piştî bahoza Boris a ku li herêmên navend û rojhilatê Ewropayê bi bandor bû, li Romanyayê gelek gund di bin avê de man.

Duh, li herêma Galatiyê ya Romanyayê 4 kes ji ber lehiyê mirin û li gundekî din ê Galatiyê jî 700 xanî di bin avê de man.

Li Komara Çek jî ji ber lehiyê bi deh hezaran şêniyên li deverên çeman koç kirin. Li bakurê welêt torên elektirîkê hema hema bi tevahî têk çûn.

Cîgirê Serokwezîrê Avusturyayê Werner Kogler jî di daxuyaniya xwe ya îro de da zanîn ku li başûrê Avusturyayê di dema xebatên bergiriya lehiyê de xebatkarek agirkujiyê can daye. Hikûmetê derdora Viyanayê jî weke herêma afatê ragihandin.

Serokê Romanya Klaus Iohannis di axaftina xwe de got ku bandora guherîna avûhewayê li Ewropayê her diçe zêdetir tê dîtin û ev bandor dibe sedema encamên xembar.

Ji ber guherîna avûhewayê, li Ewropa û gelek deverên cîhanê barîna baranê zêde dibe.

Ji ber atmosferek germtir dibe, dikare bêtir avê li xwe bigire ku ev ava zêde dibe sedema barîna zêde.