Li Ewropayê amadekarî tê kirin ku Supaya Pasdaran bixin lîsteya terorê

31 October 2022 19:14 0 dîtin
Li Ewropayê amadekarî tê kirin ku Supaya Pasdaran bixin lîsteya terorê

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser kuştin û serkutkirina gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de, ragihand ku ew ji bo xistina lîsteya terorê ya Supaya Pasdarên Îranê xebatê dikin.

Baerbock gotiye, ew niha lêkolînê li ser dikin bê çawa bikarin Supaya Pasdaran li lîsteya rêxistinên terorîst zêde bikin.

Wezîra Alman di hevpeyvîneke medya Alman de diyar kiriye: “Ez çi li ser rewşa hovane ya Îranê bêjim, dema ku mirov van wêneyên xemgîn dibîne, ku keçên zarok li cem dayikên xwe hatine qetilkirin û ew dîmen gelek hovane ne. Her lewma em di wê hewlê de ne, rejîma Îranê rastî hin dorpêçên din bînin û bikarin Supaya Pasdaran li lîsteyê terorê zêde bikin.”