Li Fransayê di balafira biçûk a ku li otobanê ket de 3 kes mirin

01 July 2024 10:15 0 dîtin
Li Fransayê di balafira biçûk a ku li otobanê ket de 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li Fransayê balafireke biçûk a yek motorê li otobanê ket, 3 kes mirin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin belavkirin, balafira ku ji balafirgeha li nêzî paytext Parîsê rabû, li ser rêya A4 a li eyaleta Seine-et-Marne piştî ku bi xeta voltaja bilind re ket têkiliyê, ket xwarê.

3 kesên di balafira biçûk a yek motorî de jiyana xwe ji dest dan, wesayîtên li ser rêya bejahiyê qeza nekir.

Ji ber qezayê her du rêyên rê li trafîkê hatin girtin.

Lêkolîna li ser qezayê dewam dike.