Balafira biçûk ket kenarê rê: 5 kes mirin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Tennesseeyê balafira bi yek motorekî ket kenarê rê û şewitî. Di encamê de 5 kesên di balafirê de bûn can dan.
Ketina balafirê li eyaleta Tennessee li bajarê Nashville çêbû. Li ser bûyerê tîmên polîsan, ambulans û îtfaiyê rewane kirin ciyê bûyerê. Li gor ragihandina beşa polîsan ya Metro Nashvillee ku berdevkê beşe Don Aaron daxwuyanî daye; balafir roja duşemê seet di 19.40an de ketiye.
Li gor ragihandinê; berdevk gotiye ku di balafirê de di motor û elektrîka wê de ariza çêbûye, îznê xwestiye da xwe bigihîne pîsta balafirgeha John C. Tune lê xwe negihandiye pîsta balafirgehê û ketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin