Li Geverê xebatên danîna tora gazê dewam dike

01 February 2025 22:00 0 dîtin
Li Geverê xebatên danîna tora gazê dewam dike

PeyamaKurd – Ji ber gaza xwezayî diçe navça Geverê ya Hakkariyê, xelkê dest bi çêkirina tora tesîsata gazê ya nav xaniyan kir. Taxên Esenyurt û Esentepe bende ne ku demekî kurt de dest bikaranîna gazê bikin.

Gaza bajarê Hakkariya di ser bajarê Wanê de diçe û niha li TOKİyên navça Geverê wê dest bikaranîna gazê bikin. Lê 2 meh berê hinek avahî dest bikaranîna gazê kirin û ji dûmana komirê rizgar bûn.