Kompanyaya Petrolê ya Besre: Dawî li kar û xebatên xwe yên di sektora petrol û gazê ya Kurdistanê bînin

14 June 2022 13:06 0 dîtin
Kompanyaya Petrolê ya Besre: Dawî li kar û xebatên xwe yên di sektora petrol û gazê ya Kurdistanê bînin

PeyamaKurd – Kompanyaya Petrolê ya Besre ya Iraqê bi nivîsekê, bang li kompaniyên petrolê yên ku bi Herêma Kurdistanê re kar dikin kir û diyar kir, di sê mehan de dawî li kar û xebatên xwe yên di sektora petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê bînin û eger wisa nekin ew ê bikevin di lîsta reş û wê hemû pêwendî û tevgera bazirganî li gel wan bê qedexekirin.

Kompanyaya Petrolê ya Besre ya Iraqê, pêr bi nivîsekê ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de bang li kompanyayên petrolê kir.

Kompanyaya Petrolê ya Besreyê bi wê nivîsê daxwaz ji kompanyayan dike, soznameyê tijî bikin û bi tu awayî di wan re girêbestê di projeyên sektora petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê re yên berovajî biryara Dadgeha Federal a Iraqê de nekin.

Herwiha ji kompanyayên ku di sektroa petrola Herêma Kurdistanê de dixebitin daxwaz kir, eger girêbestên wan li Herêma Kurdistanê hene, di nava 3 mehan de girêbestên xwe hilweşînin.

Di berdewamiya nivîsê de hişyarî hatiye dan, eger ew kompanya pabendî wan daxwazan û biryara Dadgeha Federal a Iraqê nebin, wê navê wan bikeve lîsteya reş a Wezareta Petrola Iraqê û êdî kar li gel wan nayê kirin.