Sirketa petrolê ya Rûsî xebatên xwe yên Kurdistanê zêde kirin
PeyamaKurd - Şîrketa Rûsî ya enerjiyê Gazpromê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bîra duyemîn a Serqelaya herêma Germiyanê gihîşte qonaxa hilberandine.
Gazpromê ragihand ku ew karên xwe yên enerjiyê li devera Germiyan a Herêma Kurdistanê berdewam dikin û li kêlgeha Sergelayê piştî ku bîra duyemîn gihîşte qonaxa veberhênanê rojane 21 hezar bermîl neft derdixin.
Li gor daxuyaniyê asta hilberînê zêde bûye û rojane ji bîra yekê 15 hezar bermîl û ji bîra duyemîn jî rojane 11 bermîl neft derdixin.
Rêvebirê Giştî yê Gazprom Neftê li Rojhilata Navîn Sergey Petrov got, bîra duyemîn a Serqelayê gelek kûr diçe û ew dikarin bi saya wê yekê xwe bigihêjin zanyariyên jeolojîk jî û bîra navborî ji bo şirketa wan girîngiyeke xwe heye.
Petrov ragihand ku ew hêvî dikin di vê heyamê de rêjeya hilberandina petrolê Seqelayê zêde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin