HSDê xebatên ji nû ve birêxistinkirina DAISê bi dawî kir
PeyamaKurd – HSDê xebatên ji nû ve birêxistinkirin û sererastkirina girtîgeha ku terorîstên DAIŞê lê dimînin bi dawî kir û planên êrîş û revê ya terorîstan pûç kir û li ser girtiyên DIAŞî yên di girtîgeha li Hesekê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.
Li gor daxuyaniyê, ji 7 heya 12 Gulanê, yekîneyên dijî-terorê yên HSDê, bi hevkariya hêzên Koalîsyona navdewletî, gelek kar û xebat di zindana Hesekê ya girtiyên DAIŞê tê de ne ji nû ve birêxistinkir û sererastkir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, rayedarên şareza avahiya girtîgehê kontrol kirin, tomarên girtiyan ji nû ve saz kirin û tedbîrên ewlehiyê yên guncaw girtin.
Herwiha hat eşkerekirin, tîmên tenduristiyê jî di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsa Koronayê, têsta hemû girtiyan çêkirin û gitiyên ku nexweşiyên cûda bi wan re heye, derman ji wan re peyda kirin.
HSDê destnîşan kir, operasyon bi serkeftî derbas bû û hemû hewildanên girtiyan yên xerabkirina alavên çavdêriyê yên di girtîgehê de û hewildanên êrîş û reva çeteyan têkbirin.
Herî dawî HSDê bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabe û çareseriyekê ji van girtiyên DAIŞ’î re bibin e û ji bo darizandina wan dadgehekê ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin