HSDê di Newrozê da mizgînî da: Serwerîya DAISê bi dawî bû

21 March 2019 14:33 0 dîtin
HSDê di Newrozê da mizgînî da: Serwerîya DAISê bi dawî bû

PeyamaKurd - Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şer û pevçûnên giran, gundê Baxozê ku devera dawî ya di destê çekdarên DAIŞê da bû, rizgar kir. Bi vê yekê ra jî dawî li serwerîya DAIŞê anî.

Şervanên HSDê gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê ku devera dawî ya di destê terorîstên DAIŞê da bû, rizgar kir. Bi vê yekê ra hakîmiyeta qadê ya DAIŞê ya li ser rûyê erdê hat bidawîkirin.

Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku şervanên HSDê di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de derbên giran li çeteyên DAIŞê xistin û gundê Baxozê bi temamî rizgar kir.

Hat zanîn ku şervanan li herêmê dest bi xebatên paqijkirinê kir. Bi vê yekê ra jî qonaxa Şerê Tunekirina Terorê bi dawî bû.