Mesrûr Barzanî li ser rewsa dawî ya xebatên hikûmeta Kurdistanê gotarekê pêskes dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 5ê Cotmehê li Parlemana Kurdistanê, li ser mijarên girîng ên kar û xebatên Hikûmeta Kurdistanê gotarekê pêşkeş dike.
Hat diyarkirin ku wê Mesrûr Barzanî derbarê pêngavên cibicîkirina yasaya çaksaziyê, danûstandin û guftûgoyên ligel Bexdayê, rewşa navçeyên Kurdistanî û bandor û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa koronayê gotarekê pêşkêş dike.
Endamê Komîteya Destpakiyê li Parlemana Kurdistanê Weysî Seîd ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Parlemanê, li ser daxwaza wî ye, cidîyeta hikûmetê di cibicîkirina yasaya çaksaziyê de nîşan dide û nîşana wê ye ku kabîneya nehem li hember xelkê û Parlemanê şefaf e.
Ji 3 mehan ve ye yasaya çaksaziyê ketiye warê cibicîkirinê. Hikûmet û Parlaman li ser wê li hev kirine, her 3 mehan carekê hikûmet qonaxên cibicîkrina wê yasayê pêşkêşî Parlamenê bike.
Pisporê darayî û jimaryarî Dr Mihemed Zirarî destnîşan kiriye ku şefafiyet ji bo hemû kertan, xaleke sereke ya karnameya kabîneya nehem e.
Desteya Serokatiya Parlamena Kurdistanê bangeşe kiriye, li gorî li gor madeya 66 ya peyrewa navxwe ya Parlomana Kurdistanê, tevahiya parlemanteran li demjimêr 10ê roja Duşemê 5ê vê mehê li civîna Parlemanê amade bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin