Mesrûr Barzanî û Tueller rewsa dawî ya Kurdistan û Iraqê guftûgo kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Hezîraê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.
Di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller tê de amade bû de, behsa pêşhat û guherînên vê dawîyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di civînê de, tekezî li girîngîya berdewambûna çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevkarî û piştevaniya hêzên Pêşmerge ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hate kirin, ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramî û ewlehiya li navçeyê.
Di tewereke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê şertûmercên hilbijartinên bê yên Iraqê û pêwîstiya xweşkirina zemînê ji bo hilbijartineke pak û paqij hate kirin, ji bo maf û daxwazên hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê misoger bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin