Mesrûr Barzanî û Goldman rewsa dawî ya herêmê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Sibatê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê James Goldman kir. Di civînê de, rewşa dawî ya herêmê û girîngiya parastina mafên Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Piştî civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşdebirina peywendiyên dualî nîşan da.”
Herwiha Konsulê Giştî yê Brîtanyajî spasiya hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê anî ziman.
Di hevdîtinê de, geşedanên dawî yên Iraq û herêmê û girîngiya dabînkirin û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin