Li girtîgeha Evîn a Tehranê 2 jinên Kurd ketine greva birçîbûnê ya dem nediyar
PeyamaKurd - Du jinên girtî yên Kurd li paytexta Îranê Tehranê, Mûjgan Kawûsî û Sekîne Perwane ku bi tometên siyasî hatine girtin û li Zindana Êvîn a Tehranê du roj in dest bi greva birçîbûnê ya dema wê nediyar kirine.
Mûjgan Kawûsî nivîskar û lêkolera Kurd, ji roja Çarşemiyê 2ê Îlona 2020 ve ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember binpêkirina mafên wê ji aliyê rêveberiya Zindana Êvînê ketiye grevê.
Rêxistinên mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê, diyar kir ku Kawûsî ji ber ku desthilata dadweriya Îranê rê nedaye ku moletê werbigre û ji ber cudahiya regezî ya di navbera jin û zilaman de, li zîndanê di dema axaftina girtiyên jin li gel malbatên xwe, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Mûjgan Kawûsî ku xelka Kelardeşta Mazenderanê ye, 27ê Cotmehê ji aliyê hêzên îtlaata Supaya Pasdaran a Îranê ve bêyî belgeya yasayî hatiye girtin û dageha şoreşê ya bajarê Sarî 76 meh û 15 roj cezayê zindanê daye wê ku 36 meh ji wî hukmî dê were bicihanîn.
Ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘piştevanîkirin li nerazîbûnên bajarên Kurdistanê’ li torên civakî, ji aliyê îtlaatê ve hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeha Rêxistina Îtlaatê ya Supaya Pasdaran a Sarî hatibû veguhastin.
Dadgeha Şoreşê ya Sariyê, nivîskara Kurd bi tohmeta ‘endamtiya hizbên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê’ 33 meh û bi tohmeta ‘handana xelkê bo têkdana nîzama giştî’ 30 meh û bi ‘propagandaya dijî nîzamê’ jî 6 meh cezayê zindanîkirinê lê birîbû.
Jineke din a Kurd Sekîne Perwane jî li Zindana Êvînê ketiye greva birçîbûnê ku ew jî payîza sala borî bi tometa hevdîtina li gel malbata xwe li Herêma Kurdistanê, hatiye desteserkirin û piştî veguhestina bo girtîgehên Merîwan û Sine li Rojhilatê Kurdistanê, ew şandine girtîgeha Êvînê.
Parêzerê Sekîne Perwane, Peyam Dor-efşan ku niha ew bi xwe jî girtî ye û di zindanê de ye, gotibû, bi tometa hevkarî û endambûna di partiyeke Kurdî ya opozisyonê de 5 sal cezayê zindanê bi ser Sekîneyê de hatiye sepandin.
Sekîne Perwane ku ji Xoresanê ye, çalavaneke keç a Kurd e ku di warên siyasî û parastina mafên jinan de çalak e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin