Li gundekî Efrînê melayê mizgeftê hat revandin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji gundê Qûpê yê navçeya Raco ya Efrînê oldarek ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hat revandin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji Efrînê çekdaran melayê mizgefta gundê Qûpê revandine ku navê wî Şêx Mihemed Mihemed e (44 salî ye) û kurê Şêx Reşîd ê bi navê ‘Xoce Elkê’ tê nasîn revandine.
Hat zanîn ku Şêx Mihemed berê li Gerînendeya Kar û Barên Olî ya Efrînê kar dikir û niha çarenivîsa wî nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin