Li Herêma Kurdistanê hê jî 900 hezar koçber û penaber dijîn
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji van koçber û penaberan 631 hezar û 174 kes koçberên navxweyi yên Iraqê û 269 hezar û 293 kes jî penaberên derveyê Iraq û Herêma Kurdistanê ne.
Fermangehê diyar kir ku xerciya van koçber û penaberan a salane 842 milyon dolar e.
Fermangehê di derbarê nasnameyên koçber û penaberan de diyar kir ku piraniya penaberên Herêma Kurdistanê welatiyên Sûriyeyê ne û hejmara wan 251 hezar û 475 e û di reza duyem de jî penaberên hemwelatiyên Îranê ne ku hejmara wan 8 hezar û 357 e.
Li gor daneyên fermangehê li Herêma Kurdistanê 7 hezar û 769 penaberên ji Tirkiyeyê, 652 penaberên Filistînî û hezar û 13 penaberên welatên din hene.
Li gor daneyan ji sedî 30ê koçber û penaberan di kampan de dijîn û ji sedî 70yê wan jî li derveyê kampan dijîn.
Di daneyên fermangehê de hatiye destnîşankirin ku li Herêma Kurdistanê 33 kamp hene û ji sedî 41ê koçber û penaberan li parêzgeha Hewlêrê, ji sedî 40ê wan li parêzgehan Dihokê û ji sedî 19ê wan jî li parêzgeha Silêmaniyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin