Li Herêma Kurdistanê 16 nexwesên Kovid-19 ê wefat kirin

30 August 2021 22:40 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 16 nexwesên Kovid-19 ê wefat kirin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 sietan de ji ber nexweşîna Kovid-19 ê 16 nexweş wefat kirine. Testên 2.010 kesan jî posîtîv derketine. Reqemên wezaretê yên 30 yê tebaxê yên Kovid-19 ê wehanin:

292.049 test heya îro posîtîv derketine.

  12.310 test îro hatine kirin.

    2.010 testên îro posîtîv derketine.

         16 nexweş îro wefat kirine.

    2.259 nexweş îro baş bûne.

    5.378 nexweş heya îro wefat kirine.

Îro 4 nexweş li Duhokê, 8 nexweş li Hewlêrê û 4 nexweş li Silêmaniyê wefat kirine.