Li Herêma Kurdistanê 5 nexwesên Kovid-19 ê wefat kirin

07 February 2022 23:07 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 5 nexwesên Kovid-19 ê wefat kirin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jimarên Kovid-19 ê yên roja 7 ê sibata 2022 an bi tabloyekî ragihand. Li gor tabloyê îro 5 nexweş ji ber Kovid-19 ê mirine û 1.161 kes nexweş ketine. Jimarên wezaretê wehanin:

Jimarên Îro:

6.323 test îro hatin kirin

1.161 pêketiyên îro hene

       5 nexweş îro wefat kirine

1.796 nexweş îro baş bûne

Jimarên heya îro:

3.875.455  test heya îro hatin kirin

    416.319 pêketî heya îro hene

    391.870 nexweş heya îro baş bûne

        7.261 nexweş heya îro mirine

      17.188 dermankirina wan dewam dike