Li Hesekê, êrîseke dijwar a bombeyî çêbû

31 May 2022 14:35 0 dîtin
Li Hesekê, êrîseke dijwar a bombeyî çêbû

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi rêya otomobîleke bombebarkirî, êrîşek dijwar hatiye kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, îro bi rêya otomobîleke bombebarkirî, êrîşek hatiye kirin. Hat ragihandin ku teqîn, li ber Avahiya Asayîşê çêbûye. Heta niha di derbarê encama teqînê de daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Duh danê êvarê jî li rojhilatê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê,  otomobîlek ji aliyê balafireke bêmirov a çekdar a Tirkiyeyê ve hatibû bombekirin û kesekî di nav otomobîlê de bi giranî birîndar bûbû.