Li ser rêya Qamislo – Amûde êrîseke bi dronê çêbû: Kustî û birîndar hene

18 September 2023 10:36 0 dîtin
Li ser rêya Qamislo – Amûde êrîseke bi dronê çêbû: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li ser rêya Qamişlo – Amûde, êrîşeke bi dronê ya Tirkiyê çêbû û di encamê de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) can dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de diyar kir, droneke Tirkiyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo – Amûde kir armanc û di encamê de 2 endamên asayîşê can dan.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, dronekê welatiyên ku hewl didan birîndaran xilas bikin jî bombebaran kir û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Ji destpêka 2023an ve, dronên Tirkiyê bi dehan caran navçeyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê Rêveberiya Xweser de kirine armanc û bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.