Dronên Tirkîyeyê êrîsî Qamislo û Kobanê kirin: 5 kes birîndar bûn
Peyama Kurd - Artêşa Tirkîyeyê, bi frokeyên bêmirov (Dron), li dijî hin xalên aborî yên bajarên Rojavayê Kurdistanê Qamişlo û Kobanê êrîş pêk anî.
Jêderên ji herêmê ragihandin ku frokeyên Tirkîyeyê li bajarê Qamişloyê ofîsa komkirina sotemeniyê ya Sadkop, Çaxpaneya Sîmav, kargeha êmê ajalan û derdora westgeha trênê kirine armanc.
Li gor agahîyên destpêkê, di encama bombebarana li ser Çapxaneya Sîmav de, 3 kes birîndar bûne.
Jêderên ji herêmê her wiha ragihandin ku di êrîşa dronên Tirkîyeyê ya li Kobanê jî kompanîyeke otomobîlan û tamîrxaneyek bûne armanc û di encama van êrîşan de 2 karker birîndar bûne.
Tirkîyeyê, berî du rojan jî êrîşeke mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk anîbû û di vê êrîşê de westegha petrolê ya Seîdê û zeviya Ewdayê yên li Tirbesipiyê û navenda elektirîkê ya gundê Banê Şikeftê ya li Dêrikê bûbû armanc. Tirkîyeyê di heman demê de li Herêma Kurdistanê jî hin deverên ku di bin kontrola PKKê de ne bombebaran kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin