Li Qamislo êrîsa bi dronê: Otomobîleke sivîl hat bombe kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke bêmirov (drone) a Tirkiyê li gundewarê Qamişlo otomobîlek bombe kir.
Çavkaniyên herêmê dane zanîn ku otomobîla hatiye armanckirin otomobîleke sivîl e û êrîş li gundê Biwêra li ser rêya Qamişlo-Tirbesipiyê pêk hatiye.
Li gorî zanyariyên destpêkê di encama êrîşê de, kesek hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.
Derbarê bûyerê û nasnameya kesên di wê otomobîlê de agahiyên zêdetir hîn nehatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin