Li Hewlêrê bi besdariya Mesrûr Barzanî Navenda Eagle Post tê vekirin

09 June 2024 10:04 0 dîtin
Li Hewlêrê bi besdariya Mesrûr Barzanî Navenda Eagle Post tê vekirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Hezîranê  li Hewlêrê Navenda Eagle Post ku xebatên post û gihandinê dike vedike.

Mesrûr Barzanî, beriya niha di çarçoveya hewlên dîjîtalîzekirina sîstem û saziyên hikûmetê de, Wezareta Veguhastin û Gihandinê raspardibû daku sîstema posta dîjîtal ava bikin û ji bo vê mebestê jî wezaretê kompanyayeke hevpar a bi navê Eagle Post ava kir.

Eagle Post, kompanyayeke gihandina postê ye û hevbeş e ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li Eagle Postê şandina postê ji çar aliyên cîhanê bo Kurdistanê û ji Kurdistanê ji bo hemû cîhanê tê kirin.

Karûbarên gihandina navxwe û navneteweyî bi rêya derya û asman bi kamyon, otomobîl û motorsîkletan tê kirin û dikarin baran bo seranserê (Asya, Afrîka, Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, Ewropa û Avusturalya) veguhezînin.

Bi rêya Eagle Postê welatî dikarin belgeyên xwe yên wekî pasaport û nasnameyan jî bi awayekî herî ewledar bişînin.