Li Hewlêrê dîdara "Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn" birêve diçe
PeyamaKurd – Li Hewlêrê dîdara "Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn”, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve diçe.
Li gor zanyariyan, îro Şemiyê 8ê Cotmeha 2022yan li Hewlêrê dîdara “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn” ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Fransî bi hevkariya ligel Zanîngeha Soran tê lidarxistin û di saet 09:00ê sibehê de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve diçe.
Hat ragihandin ku di dîdarê de çend mijarên li ser gelê Kurd û statuya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Berpirsê Navenda Lêkolînê ya Fransî ji bo Lêkolîna li ser Iraqê Dr. Adil Baxewan, Serokê Zanîngeha Soran Dr. Şêrwan Şerîf û çend beşdarên din têne gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin