Li Hewlêrê forûma bazirganî ya navbera Kurdistan û Awusturya hat lidarxistin

14 September 2023 20:48 0 dîtin
Li Hewlêrê forûma bazirganî ya navbera Kurdistan û Awusturya hat lidarxistin

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê forûma ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Awusturya û Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin.

Di Foruma Bazirganî de Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg jî beşdarî kir û got: “Em dixwazin pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re berdewam bikin.”

Alexander Schallenberg diyar kir ku 10 nûnerên kompanyayan bi wî re hatine û dixwazin li Hewlêrê karê bazirganiyê bikin û destnîşan kir, “Em jî dixwazin pêwendiyên xwe pêş ve bibin.”

Karsazên Awusturyayî dixwazin li Herêma Kurdistan û Iraqê veberhênanê bikin û qebareya bazirganî yan navbera herdu welatan zêdetir bikin.

Hêjayî gotinê ye, Awusturya yek ji 14 welatên herî dewlemend ên cîhanê ye ku bi xwe berhemên xwe hildiberîne ku niha 55 kompanyayên wan li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin.