Li Hewlêrê pêsengeha ‘Pêkvejiyan’ a pirtûkan tê vekirin
PeyamaKurd - Pirtûkxaneya giştî ya Hewlêrê bi hevbeşiya Zanîngeha Cîhan û serpereştiya Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşengeheke pirtûkan a bi navê ‘Pêkvejiyan’ vedike.
Rêvebera giştî ya pirtûkxaneya giştî ya Hewlêrê Naz Felakedîn ragihandiye ku pêşengeh bi serpereştiya Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Heme Hemeseîd, pirtûkxaneya giştî ya Hewlêrê û hevbeşiya Saziya Rewşenbîrî ya Zanîngeha Cîhan tê vekirin.
Pêşengeh 25.10.2022 li demjimêr 10:00ê li salona pirtûkxaneyên giştî ya Zeytûn vedibe û heta 03.11.2022yan dewam dike.
Hat diyarkirin ku di pêşengehê de, saziyên çapemeniya Silêmaniyê, Soran, Helebce û Hewlêrê beşdar dibin û herwiha zêdetirî 25 saziyên din ên çap û weşanê jî beşdariyê dikin.
Di çarçoveya pêşengehê de wê hejmarek semîner û çalakiyên çandî werin lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin