14emîn Pêsangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê dihê vekirin
PeyamaKurd - Roja Çarşemê (03.04.2019) 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dihê vekirin. Pêşangeh dê 10 rojan berdewam bike.
Amadekariyên vekirina Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê bidawî bûne. Cudahiya pêşangeha îsal ji ya sala borî ew e, îsal pêşangeh mezintir dibe û nêzîkî 300 weşanxane beşdar dibin.
Rêvebirê Kargêrê Pêşangehê Herdî ji medya kurdistanê ra ragihand, ji 3yê mehê heta 13ê meha Nîsanê 14emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin û 300 weşanxane ji 21 welatên cuda tê de beşdar dibin.
Tê çaverêkirin 50 dezgehên biyanî, 200 dezgehên erebî û 40 dezgehên kurdî beşdarî pêşangehê bibin. Rojane hejmarek ji çalakiyan di pêşangehê de birêve diçin û 100 rewşenbîrên navxweyî û derveyî welêt tê de beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin