Li hewsa kilîseyê bermahîyên termên bi sedan zarokan hatin dîtin

24 June 2021 20:15 0 dîtin
Li hewsa kilîseyê bermahîyên termên bi sedan zarokan hatin dîtin

PeyamaKurd – Li welatê KanadayXê di nav hewşa dêreke şevnişînî de, bermahiyên termên bi sedan zarokan hatin dîtin.

Rêxistina xwecihiyên li eyaleta Saskatchewan a xwecihiyên First Nation a bi navê FSIN ragihand ku li dibistana nav kilîseyê ya li herêma Cowessess First Nation bermahîyên termên bi sedan zarokên ku bi awayî fermî nehatine tomarkirin hatine dîtin.

Berpirsê Cowessessê Cadmus Delorme û berpirsê FSIN Bobby Cameron, bi daxuyaniyeke hevbeş eşkere kirin ku goristana hatiye dîtin ya herî mezin a heta niha li Kanadayê hatiye dîtin e.

Li gorî tomarên fermî yên Kanadayê dibistina kilîse ya Marieval a Xwecihiyan di navbera salên 1899 û 1997an de, li herêma xwecihiyê Cowessessê çalak bûye.