Definkirina bi sedan termên ‘nasname nediyar’ bû mijara nîqasan
PeyamaKurd – Di medya Iraqê de nûçeyên ku dermên bêhtirî 200 kesên nasnemeya wan nediyar bi destê dezgeheke sivîl ve hatine definkirin bû mijara nîqaşan di navbera sûnî û şîayên Iraqê de.
Li gorî nûçeyan dezgeha bi navê Fatimatu’uz Zehra ragihandiye ku wan çend roj berê termên ku ji Navenda Tenduristiya Babil a Iraqê wergirtine spartine axê.
Herwiha heman dezgeha sivîl daye xuyakirin ku wan cara pêşî 125 term, cara diduyan 75 û cara sisiyan 31 termên nasnemeyên wan nediyar ji morgên Iraqê wergirtine û ew defin kirine û nasnameyên wan jî nehatine tesbîtkirin.
Fraksiyonên sûnî yên Iraqê bertekan nîşanî vê rewşê didin û dibêjin, sala 2016an bi qasî 700 hezar sûnî ji aliyê şîeyan ve hatine revandin û ew birine parêzgeha Enbar herêma Rezzazayê ku aqûbeta hejmarek mezin ji wan nediyar e.
Lê belê li aliyê din fraksiyonên sûnî jî dibêjin, ji ber ku nasnameyên wan kesan nayên zanîn ew nizanin bê ew kesên hatine kuştin sûnî ne yan jî şîe ne û tohmetan red dikin.
Parêzgarê Babîlê Karrar Sabah el-Îbadî jî li ser mijarê ragihandiye ku termên hatine definkirin kesên di nav çar salên dawî de di şerên navbera eşîr û bûyerên civakî de hatine kuştin in û li morgên wan ên taybet dihatin girtin ku dezgeheke sivîl bi dilxwazî ew karê definkirinê bi çavderiya komeleyên mafên mirovan û rêyên hiqûqî girtiye ser milê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin