Li Hîlvanê sindoq hatin vekirin: Hejmartina dengan destpê kir!

02 June 2024 20:42 0 dîtin
Li Hîlvanê sindoq hatin vekirin: Hejmartina dengan destpê kir!

PeyamaKurd – Li Hîlwanê ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de Partiya DEMê bi ser ket û hilbijartin ji aliyê YSKê ve hatin nûkirin saet di 17:00an de dengdan bi dawî bû. Piştî ku pêvajoya dengdanê bi dawî bû, jimartina dengan destpê kir.

Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryara nûkirina hilbijartina 2yê Hezîranê da, jimartina dengên ji bo endamtiya Şaredar û Meclisa Şaredariyê destpê kir.

Li Hîlwanê saet di 08.00an de dengdayînê destpê kir saet 17.00an bi dawî bû.

Li navçeyê 125 sindoqên ku ji bo 27 hezar û 686 hilbijêrên qeydkirî hatibûn vekirin hatin vekirin û rayedaran dest bi jimartina dengan kirin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de DEM Partiyê 6 hezar û 960, AK Partiyê 6 hezar û 439 û Partiya Refahê jî 3 hezar û 935 deng stendibûn.