Li Hollandayê êrîsê ser navenda Tibê kirin: 2 kes mirin

29 September 2023 00:16 0 dîtin
Li Hollandayê êrîsê ser navenda Tibê kirin: 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Hollandayê xwendevanekî êrîşa çekdarî bir ser Navenda Tibê ya Erasmusê û di encamê de 2 kesan kuşti û kesekî giran birîndar kir. Hat ragihandin kesê êrîşker li Navenda Tibê ya Erasmusê xwendevane.

Êrîş li bajarê Rotterdamê li nexweşxana Erasmusê çêbû. Li gor ragihandinê; di êrîşê de jinekî 39 salî û mamosteyekî mêr yê 46 salî jiyana xwe ji dest dane. Zarokekî 14 salî jî giran birîndar bûye.

Êrîşkerê 32 salî di wexta êrîşê de êlekê pola li xwe kiriye, sedema êrîşê nayê zanîn û nasnama êrîşker nehat diyarkirin.