Li Idlibê teqînekê rû da: 11 kesan  jiyana xwe ji dest da

24 April 2019 13:48 0 dîtin
Li Idlibê teqînekê rû da: 11 kesan  jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Li navçeya Cisir eş Şixura Idlibê di encama teqînekê da 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li Cisir eş Şixura Idlibê di encama teqînekê da ku hêj sebeba teqînê nehatiye zelalkirin, li gorî daneyên ewil 11 kesan jiayana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Herweha ji ber wê teqînê avahî û wesayîtên li der dorê jî zirar û ziyanên mezin dîtin.

Li Idlib a ku ji 2015an û vir ve ne bin kontrola rejîma Şamê de ye, 2 milyon û nîv mirov dijîn.

60 ji sedê Idlibê, di bin kontrola (HTŞ) Heyet Tahrir Şamê (bi navê xwe yê berê El Nûsra) ku beşek ji beşên el Qaîdeyê ye de ye.

Ji bilî HTŞê li Idlibê endamên Artêşa Azad a Sûriyê (Asa) û komên piçûk ên girêdayî DAIŞê jî hene.

Tirkiye, Rûsya û Îran bi rêxistinên li bajêr re, dem bi dem hevdîtinan pêk tînin.