Rûsya: Li Idlibê 40 leskerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan

23 January 2020 14:01 0 dîtin
Rûsya: Li Idlibê 40 leskerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku li Idlibê bi sedan çekdaran êrişî artêşa Sûriyê kirine û di encamê de 40 leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne.

Ragêşiya li bajarê Idlibê yê Sûriyê didome. Li gorî ajansa Interfax ya Rûsî, Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku li Idlibê bi sedan çekdaran êrişî hêzên artêşa Sûriyê kirin û di encamê de 40 leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya wê Wezareta Rûsyayê, çekdaran bi wesyîtên bombebarkirî êrîş kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di encama şer û pevçûnan de 50 çekdarên cîhadîst hatin kuştin. Herwiha hat zanin ku çekdaran 2 jîngeh kontrol kirine.

Idlib tekane bajar e ku di bin kontrola çekdarên milîtanan de ye. Di encama şer û pevçûnan de bi dehhezaran sivîl mal û milkên xwe terikandin û ber bi sînorê Tirkiyê ve çûn.