Li Idlibê hejmarek leskerên Sûriyê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li başûrê Idlibê di şerê navbera komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîmê de rû daye hejmarek leşkerên sûrî hatine kuştin û birîndarkirin.
Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê hêzên hikumeta Şamê hewl dan derbasî gundewarên başûrê Idlibê bibin, lê ji aliyê çekdaran ve hatin topbarankirin û di encamê de kuştî û birîndarên hikumetê çêbûn.
SHORê doh jî diyar kiribû, hêzên rejîmê û çekdarên Tirkiyê li gundewarên Hema û Idlibê bi topan êrîşî hev kirine.
Herwiha SOHRê ragihandiye ku çekdaran xalên hêzên rejîmê li ser rêya Şam–Helebê ji başûrê bajarê Seraqibê ve topbaran kirine.
Li gorî SOHRê doh jî di encama şerê hêzên rejîmê û çekdaran de herî kêm 9 leşkerên sûrî hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin