Rûsya: Li Sûriyê di 2 rojên dawiyê de 23 leskerên sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsya ragihand ku di 2 rojên dawiyê de 23 leşkerên sûriyeyî jiyan xwe ji dest dane û 7 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsya li ser malpera xwe ya fermî bi awayekî nivîskî ragihand ku di di şerê li dijî milîtanan de 2 rojên dawiyê de 23 leşkerên sûriyeyî jiayan xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa milîtnan ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê de hatiye têkşikandin û milîtanan wendahiyên mezin dane.
Li gorî Navenda Rêkeftina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê di wê êrişa li dijî hêzên artêşa Sûriyê 700 milîtnan beşdar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin