Li Sûriyê ser derket: 4 leskerên Rûsyayê hatin kustin!
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li Sûriyê di encama şerekî de 4 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, duh nîvê şevê çend komen çekdar yên qelebalix li Dêra Zorê êrîşî hêzên Rejîma Sûriyê kirine. Piştî êrîşê di nava her koman de şer derketiye. Di nava hêzên Rejîma Sûriyê de leşkerên Rûsyayê yên ku şêwirmendiyê dikin jî hebûn. Di encama şer de 4 leşkerên Rûsyayê hatin kuştin. Ji komên dî jî ji 40 çekdarî zêdetir hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin