Li Îranê krîza avê: Xelk ji bo duaya baranê herikî mizgeftan
PeyamaKurd- Li paytexta Îranê Tehranê, ku bandora ziwabûnê her ku diçe zêde dibe, xelk ji bo duaya baranê ji serê sibê ve herikîn mizgeftan. Li Mizgefta Îmamzade Salih a li bakurê paytextê, bi sedan kes hatin cem hev û gelek welatiyan di dema duayê de rondik rijandin.
Li gelek herêmên Îranê mehan e ku dilopek baran nebarî ye û ziwabûna li seranserê welêt gihîştiye asta krîtîk. Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan eşkere kir ku ger di demek nêzîk de li Tehranê baran nebare, ji meha bê û pê de dê li seranserê bajêr qutbûna avê pêk were. Pezeşkiyan di qonaxa paşîn de îhtîmala valakirina paytextê jî anîbû ziman.
Li gorî daneyên fermî, baran di sed salên dawî de gihîştiye asta herî kêm. Li nêzîkî 20 parêzgehan, ku zêdetirî nîvê Îranê pêk tînin, bi mehan e ku qet baran nehatiye tomarkirin. Yek ji pênc bendavên mezin ên ku ava vexwarinê didin paytextê bi temamî vala bûye û rêjeya tijebûnê jî daketiye bin %8an.
Rêveberiya Avê ya Parêzgeha Tehranê diyar kir ku rezervên bendavan ên heyî herî zêde du hefteyên din dikarin avê bidin bajêr û banga tedbîrên bilez kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin