Li Îranê di parzûngeha gaza xwezayî de teqîn: 2 mirî, 5 birîndar

24 August 2023 20:02 0 dîtin
Li Îranê di parzûngeha gaza xwezayî de teqîn: 2 mirî, 5 birîndar

PeyamaKurd – Di teqîna ku di parzûngeheke xaza siruştî ya parêzgeha Xorasana Rezewî ya Rojhilatê Îranê de pêk hat, 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Alîkarê Waliyê Xorasana Rezewî Mihemed Zehdî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê re axivî û diyar kir ku li eyaleta Serahsê di parzûngeheke eyaleta Serahsê de ji ber derketina gazê teqînek pêk hatiye.

Berpirsê Îranê got: “Di encama vê teqînê de mixabin 2 karmendên parzûngeha Serahs Hangran jiyana xwe ji dest dan, 5 birîndar jî rakirin nexweşxaneyê û rewşa giştî ya wan baş e.

Navçeya Serahsê ya parêzgeha Rezewî Xorasanê li rojhilatê welat û li ser sînorê Tirkmenistanê ye.