Di boriya gaza sirûstî ya Îranê de teqîn pêk hat

14 February 2024 13:42 0 dîtin
Di boriya gaza sirûstî ya Îranê de teqîn pêk hat

PeyamaKurd – Li navçeya Borucen a eyaleta Çaremhal-Bextiyarî ya Îranê di lûleya sereke ya belavkirina xaza sirûştî de teqîneke dijwar rû da.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, piştî du teqînên li dû hev bi şev di girîngtirîn boriya gaza xwezayî ya Îranê de şewat derket.

Hat diyarkirin ku ji ber teqînan ti ziyanên canî û birîndarî çênebûne, agir hatiye kontrolkirin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ocî û aliyên desthilatdar têkildarî bûyerê komîteyek taybet a lêkolînê ava kirine.

Hat diyarkirin ku ji ber teqînê li gelek herêman belavkirina gaza şilkirî hatiye rawestandin, lê heta ku xeta boriyê bê temîrkirin bi awayekî demkî hat dayîn.

Gelek vîdyoyên teqînê li ser torên civakî hatin belavkirin.