Li Îranê efû û cezayê kêmkirina 1760 girtiyan

21 April 2023 09:59 0 dîtin
Li Îranê efû û cezayê kêmkirina 1760 girtiyan

PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî pêşniyara efûyê yan kêmkirina cezayê ji bo 1760 girtiyan pejirand.

Li gor nûçeya ajansa Mizanê ku ser bi Dezgeha Dadweriya Îranê ve ye, bi pêşniyara Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulam Huseyîn Muhsînî Ejeyî û erêkirina rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî rêkeftin derbarê cezakirina 1760 girtiyan hat kirin.

Hate diyarkirin, ev biryar girtiyên ku ji ber Cejna Remezanê ji aliyê Dadgehên Şoreş û Giştî û Saziyên Dadweriyê yên Hêzên Çekdar ve hatine cezakirin digire nava xwe.

Li gorî Destûra Bingehîn a Îranê, desthilata Xamineyî heye ku girtiyan efû bike. Li ser daxwaza Dezgeha Dadweriya Îranê, Xamineyî her sal bi taybetî di salvegera şoreşê de, di cejn û rojên din ên olî de, efûya girtiyan derdixe.

Bi erêkirina Xamineyî, bi helkefta 44 saliya şoreşê, di meha Reşemiyê de, bi deh hezaran girtî û mehkûm, ji wan kesên girêdayî xwenîşandanên Jina (Mahsa) Emînî, hatin efûkirin an kêmkirina cezayan.