Li Îranê erdhejekî bi pileya 5.7 çêbû

30 November 2022 23:07 0 dîtin
Li Îranê erdhejekî bi pileya 5.7 çêbû

PeyamaKurd – Li başûrê Îranê li eyaleta Hurmuzganê li bajarê Kungê erdhejekî çêbû. Erdhej siet di 18.47 an de çêbû û kûrahiya wê di bin erdê de 16 km ye.

Dewleta Îranê heya niha di derbarê encama erdhejê de zerar û candayiyan ranegihandiye lê ji ber hê jî li Îranê avahî qelsin dibe ku zerara maddî û canî çêbûbe.