Li Qazwîna Îranê bi pileya 5.4 erdhej çêbû

24 October 2020 18:05 0 dîtin
Li Qazwîna Îranê bi pileya 5.4 erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bakûrê Îranê li bajarê Qazwînê bi pileya 5.4 erdhej çêbû. Ragihandin ji aliyê Navenda Sîsmolojiya Zankoya Tehranê de hat kirin ku navenda edrhejê navçeya Bûyîn Zehra ya bi ser bajarê Qazwînê ye û bi wextê Tehranê siet li dora 15.04 an de çêbûye.

Erdhej di bin erdê de bi kûrahiya 10 km yan çêbû. Di derbarê zerara maddî û canî de heya niha çi ragihandinekî nehat kirin.