Li Îranê ji coronavîrusê 2 kes jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd-Li gor ragihandina ajansa nûçeyan ya bi navê Mehr ê, li Îranê 2 kes bi sedema vîrûsa coronayê birin nexweşxanê û her 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Wezareta tenduristiyê ya Îranê bi rêya berdevkê xwe yê pêwendiyên xelkê Kiyanuş Cîhnapûr bo medyayê ragihand ku li bajarê Qûm ê, bi sedema ku nefesa xwe xweş nikarin bidin û bistînin,2 kesan birine nexweşxanê û her 2 kes jiyana xwe li nexweşxanê dane.
Rektorê Zankoya Qûmê ya Tibê Muhammed Riza Qadir jî bo medya Îranê ragihand ku di nav 4 rojên dawiyê de bi sedema di nefesa wan de astengî hene, gelek kes gazin giliyan dikin û seredana nexweşxanê dikin. Qadir got ku wê li bajarê Qûmê nexweşxaneyekî bo bi nexweşîna vîrusê re têbikoşin hatiye veqetandin û eger pêdivî hebe wê nexweşxaneyeka dinê jî çêbikin.
Li welatê Çînê kesên ku bi vîrusa coronayê ketine jimara wan gihaye 75 hezarî û jimara miriyên bis edema nexweşînê gihaye 2011 kesan.
Eger vîrus giha welatê Îranê, ne dûre ku ji Îranê vîrus bigihê Kurdistanê. Li Îranê Kurdistana Rojhilat heye û hem bi Kurdistana Başûr re cîranin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin