Li Iraq û Kurdistanê 40 terebayt belgeyên tawanên DAISê hatin tomar kirin
PeyamaKurd - Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê (UNITAD) ragihand ku wan 40 terebayt belgeyên tawanên DAIŞê yên li Iraq û Kurdistanê pêk anîne, tomar kirine.
UNITADê daye zanîn ku erkê wan ê li Iraqê dê li ser daxwaza Iraqê û bi biryara Neteweyên Yekbûyî 17ê Îlona 2024an bidawî bibe.
UNITAD ji sala 2017an ve li Iraqê li ser tawanên DAIŞê lêkolînan dike û li ser wan tawanan gelek belge dane hev.
Herwiha ew rêxistin ji bo dîtina cihên gorên bikom ên ku DAIŞê kolane û parastina şahidan jî alîkariyê dide Iraqê.
UNITADê ragihandiye, wan belgeyên xwe bi berdewamî bi Iraqê re parve kirine û dema erkê wan xelas bû jî dê hemû belgeyan bidin Hikûmeta Iraqê.
Li gorî rapora UNITADê heta niha; “68 gorên bikom ên dema DAIŞê hatine vedan, 18 milyon belgeyên kaxezî yên li ser DAIŞê hatine dîjîtalkirin. Gelek belge, wêne û dîmenên ku ketine destê hêzên Iraqê hatine arşîvkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin