UNITADê 12 GB belgeyên tawanên DAISê radestî Hikûmeta Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Şêwirmendê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku Tîma Neteweyên Yekbûyî ya lêkolîna tawanên li dijî DAIŞê (UNITAD) 11.9 GB agahî û lêkolîn li ser rêkarên yasayî yên dadgehkirina tawankarên DAIŞê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Dîndar Zêbarî îro 25ê Tebaxê pêşwazî li Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Giştî yê NY û Seroka Tîma Neteweyên Yekbûyî ya lêkolîna tawanên li dijî DAIŞê (UNITAD) bi wekalet Anna Perolopis û şanda pê re kir.
Hate ragihandin ku di civînê de behsa pêngavên dawî yên cîbicîkirina biryara 2697 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, bidawîhatina erkê UNITAD li Iraqê û radestkirina belgeyên tawanên DAIŞê ji bo dezgehên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Zêbarî derbarê civînê de got: “Bi hevrêziya UNITADê re, ji bo cîbicîkirina biryara 2697 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, me belge û zanyariyên ku ji aliyê tîma UNITAD ve hatine parvekirin, radestî wan kir. Beşa duyem ji belge û lêkolînan îro radestî aliyên pêwendîdar hat kirin, ku tê de (11.9) gigabayt agahî û lêkolîn li ser rêkarên yasayî ji bo dadgehkirina tawanbarên tawanên navdewletî (tawanên cengê, tawanên dijî mirovatiyê û jenosîd) ên derheqê kurdên Êzidî û pêkhateyên din hebûn.
Zêbarî spasiya şanda mêvan kir ji bo piştevaniya teknîkî bo aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, ji bo bikaranîna alavên pêşketî bo dîjîtalkirina belgeyan di proseyê de, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di paşerojê de ji bo berdewamiya proseyê, bikar bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin