Nêçîrvan Barzanî li ser qurbanî û tawanên DAISê bi sanda UNITADê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 22yê Tîrmehê pêşwazî li şanda bi seroktiya Şêwirmendê Taybet yê Tîma Navdewletî ya Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD) Karim Khan kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de hengavên dawî yên kar û erkê UNITAD û bandora belavbûna pejika vûrusa Korona ya li ser karên wan hatin guftûgo kirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li gel tîmên wan kir ku bi navê dabînkirina dadperweriyê ji bo qurbaniyên destê DAIŞê û dadgehkirin û bi siza gihandina tawanbaran ku dibê sedemeke dirustbûna baweriyê û rêxweşker dibê ji bo aramî û pêkvejiyan û avadankirina navçeyên ziyanberketî û vegerandina koçberan.
Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştgîriya kar û erkê UNITAD amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li gel tîmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo serxistina erkên wan dûpat kir.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî destxweşî li wan kir û got ku wan han daye ji bo bicihkirina bernameya UNITADê li gor dem û cedwel û xişteya wan ya destnîşankirî ku li berjewendiya hemû pêkhatên Iraqê de ye, bi wê yekê ku hemû qurbanê destê DAÎŞ in.
Hemwarkirina yasaya peywendîdar ya ji bo birêveçûna proseya dadgehkirina tawanbaran, girîngîdana bi aliyê perwerdeyî ya ji bo kûrkirina pêkvejiyan û lêborînî û rêgiriya li dûbarebûna tawanan, proseya komkirina belgeyên tawanê û bi elektronîkirina wan, rahênana dadweran û karkirina li gor standardên navdewletî, çend mijareke din ên civînê bûn ku tê de birêz Karim Khan spasiya piştgîriya Nêçîrvan Barzanî û hevkarî û hemahengiya Herêma Kurdistanê ji bo erk û karên wan dûpat kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin