Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Tîma UNITAD a lêkolîna tawanên DAISê re civiya

20 April 2021 09:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Tîma UNITAD a lêkolîna tawanên DAISê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do bi Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Navdewletiya ser bi Neteweyên Yekgirtî ya ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ (UNITAD) Kerîm Khan re civiya.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û destxweşiya ji bo wê xizmeta di dema erkê xwe de pêşkêş kiriye, pêzanînê ji bo hewlên wî yên komkirina belgeyên kirdar û tawanên DAIŞ û dûvdaçûna wan dûpat kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû de xwest ku wekî Dawakarê Giştî yê nû yê Dadgeha Navdewletiya Tawanan destbikar dibe.

Herwiha Kerîm Khan, spas û pêzanînên xwe ji bo peroşiya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo pêkanîna Dadweriyê û ji bo hevkarî û hemahengiya aliyan û saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî ku di dema karkirinê de li ser dosyeya lêkolîn û dûvdaçûna tawanên DAIŞê pêşkêşî wî bi xwe û tîma wî hatiye kirin û hêvî xwest encama kar û erkê wan bi sizadana tawanbaran û pêkanîna dadweriyê ji bo qurbaniyan bigihe encam.

Her du alî hevre bûn ku dadgehîkirina tawanbaran peyameke bihêz e ji bo hemû tawanbaran li her ku derê bin. Ji bo vê jî hebûna yasayek ji bo dadgehîkirina wan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî. Herwiha diyar kir, qurbanî ji hemû pêkhatên bi Êzdî û Mesîhî û hemûyên din ve, çaverêya pêkanîna dadweriyê ne, dilgiraniya xwe jî nîşan dan ku hê jî metirsî û jîngeha belavbûna tundiyê heye û divê li rûyê perwerdeyî û kultûrî ve karên ciddî li ser bê kirin.

Hengavên dawî yên kar û erkê (UNITAD), vekirina nivîsîngeha UNITAD li Hewlêre ku biryar e îro bê vekirin, rewşa qurbaniyan û rizgarbûyên destê DAIŞê, bi taybetî xwişk û birayên Êzdî, girîngiya alîkarî û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ji bo serkeftina kar û erkê tîmê û bi cîhbûna wê, mijareke din a hevdîtinê bû.